Nivîsar

Beşîr Mele

Dilgawirya bavê min..!! Ji kurte... Zêdetir bixwîne...
ده‌یکا کورد

  رۆژا ئەڤینێ ژ بۆ... Zêdetir bixwîne...
که‌ژاڵ ئیسماعیل

موسافیرێكی له‌رزۆك... Zêdetir bixwîne...
Konê Reş

Sîh Sal Di Ser KoçkirinaMîr Dr.... Zêdetir bixwîne...
HUSÊN EHMED
Nivîskar HUSÊN EHMED   

Hepeyvînek li gel nivîskak Zagros Osman

Amadekar:HUSÊN EHMED 

Wergerandinji zimanê erebî : zagros osman

PIRS : ez pêşwaziya te dikim , û kêfxweşim ku ez hevpeyvînek dirêj bi tere bikm , pirsa minî yekemîn eve , Zagros   kiye û kengî derbasî cîhana nivîsandinê bûye .

ZAGROS: ji bilî şêlûpêla qederê tiştekî min tune ye ,cîhana ku  ez jê hatime tune ye , dîroka  ku min jê destpêkiriya tune ye .

ev tiştê ku tu jêre dibêje Zagros , wek zarokekî gundî bêyî wî bi darê zorê ew anîn hebûnê , xweda ez afirandim bê ku raya min bistîne , ku xweda ji min bipirsiya , min xwe ne davêtê jibo min çêke , ez jidaykbûm birîndar di hebûn û nasnama xwe de , vêca taya nivîsandinê bi min ket , min bi abêceya ( elifebêtika ) xeyal a bê ziman, li qiraxa hestê xwe dest bi nivîsandinê kir berya ku ez fêrî ziman bibim , piştî vê yekê nivîsandina  li ser xeyalê min zîvirî  qonaxek din , jibo bi xweliya darikê şewitî li ser dîwarê male ê bi kilsê û hejariyê seyandîbûn ez binivîsim , dayika min bi min re de xeyidî jibo wan xêzikê ku kilsa dîwarê mala wê reşdikirin , ez çûm dibistanê li wê derê tiştin nûh bo min xuyakirin navê wan pênus û dafêr , bi pênusa xweyî darikî  a ku min  serê wê bi guzanê Kevin tujdikir , li ser dafêra xweyî a ku temenê wê 1 L.S bû , min gelek tiştê di hayê xwe de dinivîsandin, piraniya wan jibo jiyana sewalê gund bûn , bi vî hawî rojekê hevalekê di zanîngehê de ez mujde kirim , ku wê mijarek min pêyî min weşandiye bi navekî veşartî di kovarek filestînî de ,  ev di destbêka  sala heştê de bû ji sedsala rabirdû de , piştî min xwendina xwe bi dumahîkir , min dest bi nivîsandinê kir di çapemeniyê filestînî û ê kurdistana başur  de , hêviya min ew bû ku ez rojekê karibim berhmê xwe ê ku betilîbûn ji toza li ser wan kom bibû di pirtukxana min de   çapbikim,lê hêviya min nehat , dema ku serhildana 12 adarê hat , dayika min jibo min tirsiya rabû karê minî bêtirî 20 sala şewitand û li ber ba çû , ziyaniyeke mirov bi çi şêweyî be nikare wê  vegerîne , ez bê hêvî mam û min biryar da ku durî pênusê bikevim , lê dîsa ew li min vegeriya , ez mijarê xwe di malpera de di weşînim û yek carna di rojnamê kurdî de , vê carê ku her berhemekî xwe ez bi dumahî dikim ez wî di şewitînim , jibo ez nivîsandina xwe ji êşa bendewariyê biflitînim

PIRS : jibo çi tu derbasî gastîna nivîsandina çand û siyasetê bû ye

ZAGROS:jibo ez di tora siyasetmedaran û rewşenbîran wer ne bim , ê min berekî taybet bo min heye , ku babet siyasî be an  rewşenbêrî be ,şeytanê minî hundurû  jibo min  babetê tîne û dide min , çi helbest be çi mijar be , ê ku dinivîsîne ne ezim , belê ew şeytanê minî diruniye ê ku di giyanê min de rûniştiye , di zarokiya min de wî ez dinivîsandim û hîn ew min dinivîsîne , ez û wî li hevin û ez pêre kêfxweşim û min xwe sipartiye wî , çimkî ew pêbilya yê perwerdekirina mirova ye, hêviya wî ku gerdon bê guhertin û firehiyek di wêde peyda bibe jibo xweşiya mirovatiyê , şeytanê min azadiyê li ser lêva kola dinivîse , şahiyê li ser dilê xembar , dildariyê dinivîse jibo mirov bîra regezê xwe bibe , rewşa miletekî ku deriya êşa hilgirtiye dinivîse , siyasetê dinivîse jibo poxê siyasetmedaran der xe û riya wanî xwar rast bike , piştî ku şeytan dinivîse , ez berhemên wî ji xwe re dişînim , jibo sibeha di çend malpera de ez wan weşandî bibînim

PIRS : tu ji kîjan malpera hezdike û jibo çi te ji wan pêve ne hilbijartin

ZAGROS:kêm kêm ez serdana malpera dikim , çimkî ji bilî yek carna ew tiştekî ku ez nizanibim nadin min, tev wilo hinek malperê kurdî û erebî  hene ez ji wan hezdikim û navê wan bo te nabêjim , jibo nebe reklam ji van malpera re

PIRS:tu helbestê xwe bi kurdî û erebî dinivîsîne , te serbûriya nivîsandina helbestê bi dû zimana çilo dibîne ,û tu jibo kê helbesta xwe dinivîse .

ZAGROS :li gorî rewşa em têde ,piraniya çanda ku bi dest min ket çanda  erebî bû , a ku bi darê zorê hiş û zimanê min dagir kiriye , jibo wilo min bêtirî 20 sala bi zimanê erebî di nivîsand , min tiştek bo zimanê xweyî zikmakî ê kurdî nizanîbû , ji bilî zimanê rojane  ê kolanê , lê ta ev zimanê rojane jî qurmiçî û nema mezinbû , dema temenê min bû 6 sal û derbasî dibistanê bûm , mîna hemo zarokê kurda ez çûme dibistanê , jibo ez rewşek kelovajî bibînim , jêre dibêjin feleqe (lêdana şiva li paniya lingê mirov ) jibo her zarokê ku bi zimanê xweyî zikmakî bi peyive ,yê ku me ji bilî wî nizanîbû bi tu zimana bi axivin , di gel feleqê de êşek dijwartir hebû dema wan bi darê zorê  barê zimanekî dîtir davêtin ser milê me , ew zimanê ku me tiştek jê nizanîbû , jibo wilo bi zimanê kurdî ez ne xwende derketim , min nikarîbû bi kurdî ne bixwînim ne binivîsim , lê dilê min pir hebû ku ez fêrî zimanê xweyî şêrîn bibim , jibo ez karibim bi wî binivîsim wek ku ez di karim bi zimanê erebî binivîsim , lê dibin nîrê ku di wî de şerê zimanê kurdî dikin ,û wî bi şêweyekî fermî qedexe dikin di hêla fêrbûn û medya û çapemenî de, ew nahêlin ku mirov fêrî zimanê kurdî bibe li dibistanê sîvîl ,van nîrê xerab nehiştin ku ez daxwaza xwe pêkbînim  jibo fêrî zimanê xwe bibim , ta ku di dawî de û bi derengî hêviya min bicîbû de sala 2006 n de ez derbasî xula fêrbûna zimanê kurdî bûme bi şêweyekî veşartî , bi saya mamosetê hêja arşekê baravî , min dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir , ez pir kêfxweşbûm ku ez bi zimanê kurdî bûme xwende , wek mirovekî ku ji nûvre ji nexwendinê rizgar bûye , ji min werê ku ez fêrî ziman bibim di warê nivîsandin û xwendinê de besî mine jibo ez karibim bi kurdî helbesta bi hunim û wêjan bi karbînim , lê serê min li dîwarekî stur ket , ez bi erebî mijûl di bûm û min bi kurdî dinivîsand , jibo wilo tişit li himber min nediyar û şêlûpêl dibûn , vêca nivîsandina minî kurdî derdiket holê wek wergerandinek herî pîs ji zimanê erebî , min di helbest û mijarê xweyî kurdî de hay û hest û can û raman kurdî ne di dît , ew nivîsandina hesane û xuristî  ku dabêja toreyî û wêjeyî a li xurû kurdî be  min peyda nekir , ev merc  giringin jibo bi serketina çi berhemê wêjayî be, de ka ezê çilo can û ramanê  xwe bi kurdî bêjim ezê çilo hestê xwe kurdî li xurû derînim ,wek helbest û torîn ,çilo ezê hiş û bîr û pênusa xwe bikim kurdî , ta ku ramana xwe rizgar bikm ji bandora zimanekî  ku30 salî ez dagir kiribûm , bi wî zimanî min bi seda deqê erebî xwendin û nivîsandin û bihîstin , min pirtukê pirtukxana Al esed û ya Kolîja toreyî di xwarin , û himberî wan min deqekî  kurdî bi xweşkayî ne dîtiye û ne bîna ye, ji pêvî ew tiştên ku di bîr û baweriya minî serete de mabûn ê ku min bê  hemdî xwe ji devê gundiya girtibûn, ev rakişandinek mezin bû li himber min derket , min jî piryar de ku ez giyanê  xweyî kurdî vegerînim jibo ez karibim wêjaya kurdî li xuru binivîsim , di demekî kurt de , bi dest min ket ku ez karibim deqê kurdî ê ku xwêner ji wan razîbin pêşkêş bikim, jibo îro helbestê min dakevin pêşberkê mihrecana helbesta kurdî û di kovar û malpera de bi weşin , serburiyek bêbevile û rinde û bi êşe ku mirov dû zimana xwedî bike  , çimkî mirov dû cîhana himber hevdike , lê mirov li gorî reweştiya xwe diçe , û li cîhana ku ji malzaroka wê der bûye vedgere, peyva min jibo tîpa T ya mê ye a bi tebat û a bê tebat û jibo koma nêra ê durust û ne durust, û berya gişa jibo Zagros ez dinivîsînim

PIRS : di warê piroseya çandê de , tu rewşa rewşenbîrê kurd li suriyê,di vê qonaxê de çawa di bîne

ZAGROS:rewşa wan ji rewşa xelkê ye , her tişt seroqunkî bûye û berqoqanî diçe , rewşenbîr stembarin ji aliyê rêcima desthilatdar û civakê û siyasetmedara ve , dema ku jan bela dibe ,tu kesî berna de , rewşenbîr li suriyê çi kurd çi ereb be , nema rewşenbîrin , ew jî mîna xelkê ketine bin bandora fakterê paşketinê û nizaniyê û sertbûnê û çwetitiyê ,ew nîrê  ku zorê li mirov dikin , wêneya mirovatiya xelkê xerakir , jibo wilo nema tu kes di kare bi rola xwe rabe , di vî warî de rewşenbîr ne tiştekî ewarte ye wî jî rola xwe winda kiriye , nivîskar pirin lê rewşenbîr nînin , ez ne rewşenbîrim û ne tu û ne xwêner , dayika min bi tenha rewşenbîre , çimkî ew ne xwende ye , nizanim çima di vê navê re rehmetiyê E.A. ELkewakibî hat bîra min .

PIRS : di raya te de , kurdê bin xetê ê ku nasnama suriyê ji wan hatiye stendin û ji mafê hevwelatiya mane bêpar, gelo wê nasnama suriyê bi dest wan bikeve û li wan vegere , an wê bendewarê vî mafî bin , çend sal an çend sedsalê dîtir .

ZAGROS:te di qirdê min yo ,ez ne berpirsyarê hikumetê me , û ne lîderekî siyasî me , jibo tu vê pirsê ji min bike , ev pirs ji xwedî biryar dibin , tev wilo li gorî raya minî kesayetî , her tişt bi paşde vedgere , jibo wilo ez gûman nakim ku doseya van rebenê bê nasname çareser bikin .

PIRS:di havîna burî de me gelek  mijar xwendin ,jibo rewşa rêxistina siyasî a kurdî li suriyê , a herî balkêş bi navê Z. Osman bû , başe tu rexnê siyasî di hêla tevgera kurdî de çawa dibî ne

ZAGROS:gelek caran rexnê siyasî dibin, jibo zaro  heyfa ji hevdû hilînin , heyfê  kesayetî an ê altaxî an ê partîtiçiyê , wekî din jibo tomar kirina helwesta , ta ku mirov hevalê xwe li aliyê dîtir birîn û pîsbike, û jibo gotina lihev vegerînin , jibo wilo rexne karmendiya xwe yî serete winda dike ,qaşo jibo xêzka xwar rast bike, û şaşityê durust bike , çimkî sîstematîka zanyarî a rast li cem me peyda nebûye ta ku di rexna de mirov bi karbîne , mijra min balkêş bû û ciyê hirmetê bû , jiber min di wê de berê xwe neda tu partiya an lîdera an kesa jibo ez wan birîn bikim , belê min hewldan dikir ku rewşa çivaka kurdî û tevgera wê a siyasî bi şêweyekî zanistî bê alî enalayz û şîrove bikim , armanca min jibo em şaşityê siyasetmedarê kurda diyar bikin û sedema ku wan di şaşityê wer dike nasbikin , jibo mirov karibe kuka şaşityê çareser bike .

PIRS :li gorî dîtina te , ti aso ji te ve  xuya ne  jibo yekitiya tevgera kurdî li suriyê  .  

ZAGROS : yek carî aso jibo vê hêviyê nema ye , nej berjewendiyê kesê ku di partiyê kurdî de destdirêjin jibo berê xwe bidin asoyê yekitiyê , ew di karin bikin , lê tu cara vê yekê nakin .

PIRS:piştî derketina biryara 49 n a ku di civaka kurdê suriyê de ,erd hejand , te dîmenê siyasî ê kurdî çawa dît , gelo perseva karê partiya gihişt asta berpirsyariyê .

ZAGROS:vî biryarî barê hevwelatya giran kir , çimkî ew kar û çalekiyê beşekî aburî giring qedex dike li devera ku biryar ew nişan kiriye  jibo lê bicî bibe , bazirganiya erda ê jibo çandiniyê an yên jibo avakirina mal û dikana karekî aburî serete ye , jibo hevwelatiyê kurd û ereb ê ku ferzendê kar bi dest geleka ji wan diket di riya vî beşê aburî re , û her weha ji vî alî de barê hikumetê sivik dikir jibo ferzendê kar ji bêkara re peyda bike , û ji aliyekî din ve ,ji dûv van çalekiyê aburî gelek pere dihatin qasa dewletê wek perê paç û qoçan û deramet , lewra ziyanî li hemî aliya bûye , lê jibo kurda ziyanî dûbare ye , vî biryarî hevwelatiyê kurd gihand birayê wî ê bênasname , wan dset û lingê mirovê kurd girêdan û çavê wî girtin , û jêre gotin de karê xwe bike.

partiyê kurda kar nakin ta ku bûyer bibe , jibo wilo ew ne amede ne ku pilana jibo bûyera peyda bikin , ku bûyer çêdibe partîçî neçarin ku tiştekî bikin vêca jêhatî dibin û pîlanekê di wê  kêlîkê de datînin bi şêweyekî çeqoberî , armancê xwe bêknay ne , belê encama wê kelovajî dertê , bi vî şêweyî patrîçiya biryara 49 n çareser kirin , me tu alî himber bûyerê nedît , tev ku em rûmetê didin ew aliyên ku rabûn bi şêweyekî aştyane biryar pirotesto kirin , tevgera kurdî fêr nebû ji pûyerê berê , jibo kongrisê kurdî damezrîne û senterê lêkolîn û xwendina ava bike, di hêla polîtîk û stratîjîk de , ta ku karbie aynde parzûn bike , û salox û nuçeya jê bikşîne û bide serokatiya kurda , jibo karibe li bûyrê gûman bike berya ku bibe , ta ku ji wêre amede be , ramyariya siyasî  a kurdî hîn ne giya ye, jibo wilo me bîr nebiriye ser giringiya zanyariya ayinde , lêkolîner û zanyar û remyarê kurd hene , lê siyasetmedar hayjênekirin , ez bêhêvî me bigiştî rewş xera be  .

PIRS : wek mirov di zane her kurdek li suriyê piştgiriyê dide partiyekê , eger ev ne nehêne be, tu dilxwazê kîjan partiyê ye.

ZAGROS :kuro îro çi bi te hatiye jibo wek vê pirsê tu bipirse , xem nîne , min partiya kerê rast yên orte damezrand , lê ciwamêrekî xwe di ber min rakir û di ciyê sekretêr de rûnişt û ranebû , jibo wilo ez ji partiyê ve kişyam , ta ku yekitiya kera biparêzim .

PIRS : mijra te jibo Mereh Buqaî  M.B , di hêla rewşenbîrê kurd û ereb de , firtone rakir , her weha di hêla medya de vedeng jibo vê mijarê pir fireh  bû bi şîweyekî nayê salixdan , ji bilî xwetêwerkirin bi gotinê re a te bikar anî , çiyî nûh te di vê miarê de gotibû , ta ku wilo balkêş be , ev  serburî çawa hat dema ku te gotin di deqekî werkir , canê wî helbest bû ,û gewdê wî wêjan bû , û kirasê wî pîtolî bû , gelo pirojeyê çand di neqeba te û M.B wê hebin.

ZAGROS: xoşewîstê min , nivîsandin dû astê wê hene , asta dûdiyan karê hosta ye , bi rotîna hojîn şiyatokî dikin, û bi kevneşop dipêçin ,û bi mejiyê şeytanekî nehtoriyê jêre dikin , jibo hacetê xwe ji terqi reqa  destekên wêjeyî ê nûjen di tirsin , lewra deq di vê astê de çiqasî çeleng be  neqşê wî zivir û beloqî dimînin , ez naxwazim di vê astê de bimînim , vêca asta yekemîn ew asta nepen û nediyare a ku şeytanê gûmana dûrtir têde winda bûye , ev asta hanê seyrangeha mine , di wêde cenawerekî  zimanî  har mexel  hatiye , dev li min dike û ez dev lê dikim , em bi navê dileyizin ta ku her yek ji me di bînçikandina xwe werdibe , ez bêhiş dibim , di pey re şiyar dibim jibo ez li  dora xwe bibînim  nivîsandinê kurdî û erebî li ser pela  belawela bûye , nayê bîra min ku ez mijûlî wan bû me an min ew nivîsandine , lê ez zanim ku xêzik xêzka destê mine , ev mozayîka bêcir a ku ji dibistana baweriya veşartî  revya ye ,ez wê dicvînim , dema wê dixwînim berya teva matmayî dibim , bi gûmanim ku cin ji min re dinivîsin .

Jibo M.B ,her ku ez helbestek wê dixwînim ,pêlek karebayî cenawer û har min kontak dike û min davêje cîhanên wêyî dûr, û biroskek nepen  min di guheze pişta asta yekemîn a nediyar , jibo rû bi rû li himber şeytanê gûmana mezintirîn ez rawestim , li wê derê ziman çariya xwe davêje û ji fediyê rizgar dibe , jibo min xwe tazî dike wek cadu û dabêj , vêca dema şeytanê min jibo M.B  nivîsand firtona gengeşe rabû , wekî din M.B perefîsore û ji kumçika antilcînisya erebî ye, jibo lêborîn vekiriye be ser aliyê dîtir ve yên netewî û siyasî û şehristanî , û ekadîmîyek bilinde li zanîngehê waşington ne, ev ji bilî helbestê wê yên  çeleng ê ku mirov di nûjeniya wan de taybetmendiyê dibî ne ,di van helbesta de felsefa M.B  jibo jiyanê xuya dike , perefîsorek wisa giranbuha ciyê wê di qada torîn û wêjan û siyasetê de herî bilinde , ku min destê xwe têdakir bi zimanekî fantazya li xurû û tazî û berdayî , ji aliyê min de ev têwerbûnek herî bi çeger û bê serî bû ,çimkî min serî ji goteyên xwe re berdabû , jibo wilo hinek behetîn an veciniqîn an mujde bûn , kesekî gûman nekir ku ez xwe di M.B re derxim û wê bînim ser ziman bi vî şêweyî bejî û kuvî , ev sedem bûn ku mijara min jibo M.B evqasî balkêşbû , û gelek gûman û piropogend bi bûv min û M.B vekirin, ku ev mijar jibo henekî din ba wê kêmî wilo qerebalex bi bûv keta , a giring mijara min erd hejand û di vê têwerbûnê de  , raste ku çend şofînist û nijadperest ê paşketî bûn dijmnê min , lê  ez bi serketim  dema ku M.B ramana  xwe diyarî min kir û ev tiştkî ku bi dest herkesî nakeve .

ti kar di navbira min û wê de nîne , em nerînê xwe bi hevdu re di guherin , de ayinde de hebe ku ez li gorî daxwza wê helbestê wê wergerînim kurdî

Di vî warî de daxuyaniyek min heye , dema ku min mijara xwe bo M.B weşand , min û wê bi hevdû nizanîbûn , ji bilî riya medya re , wek ku mirov  tevde hevdû nasdikin , wate têkilyê zindî û pêwendî di neqeba me de tune bûn , ew li waşington ne û ez li qamişlo me , min jiber xwe ve bo wê nivîsand bê ku kes ji min re bêje , bawer nakim ku M.B  pêwîstî tiştê wilo be , ew bi asta xweyî zanyarî û torînî beloye di gastîna cîhanî û erebî de , kenalê esmanî lê digerin jibo li wan bibe mêvan wek T.V  Rûsya û B.B.C  û  TV- FRANCE24 û V.O.A beşê farisî , vêça jibo çi kirî ew van riyên çwet big re , ev kar ê lewasê biçukin , em çi bikin çivaka me wilo ye ciyê qerwelek û piropogenda ye .

PIRS:hinek ji rewşenbîrê kurda li emerîka dilmaniya xwe ji te kirin , çimkî te di mijara xwe de gotibû em kurd bûne peyî M.B , wan di xwest ku te darêjek din bida gotina xwe ji bilî darêja komê a te da dabû wê goteyê

ZAGROS: raste jibo wilo ew bi min re şitexilîn , min bo wan mebesta xwe jibo peyv û wateya peye da xuyanê , min ne got kurd bi tevayî bûne peyê M.B  lê dabêj wesa hat wek mînak ,bi dehan rewşenbîrê kurd hene ê ku dilxwazê M.B  ne di hêla çand û raman û polîtîk de , mirovê kurd rûmetê digre jibo aliyê dîtir ê ku piştgiriyê dide pirsgirêka kurdî , vêca ku ê dîtir yek weke M.B be  a ku bi meznahiya xwe ciyekî bilind distîne di navbira bijartê erebî de û li her devera navdare , pêwîste ku mirov bejna xw jêre bi tewîne , ji vê hêlê gotina min wisa bi kar hat , ew perefîsore û helbestvanek di ser xwere ye û di qada medya de perefîşonale , vêca çi pêve heye ku şagirtî bibe peyê mamostê xwe ,ev nabe kêmanî belê qenciye , mebesta gotina min wilo bû , goteya peye a li xuru tê naskirin wek ku mirov xwe bike zilamê kesekî û xwe jêre daxe û wî pîroz bike, lê mebesta min dûrî vê yekê bû , ramana M.B ji kuka xwede rabû ye li ser bingeha azadî û srexwebûn û hevwelatiyê , lê babet jibo xortê me nediyar bû , piştî ku min raya xwe bo wan da xuyanê razîbûn û rêzdarî bêtir dan xanim M.B .  

PIRS:tu wateyê van goteya çilo dibîne

ZAGROS: Dîmokrasî : min ew ne dîtiye ne bînaye ne destê dayê ne xwariye ne vexwariye ne kuta yê , jibo wilo tu wata jêre  li ba min nîne , tiştê ku wêneya wî di hayê min de tune be wê ew jî bê wate be

Zelalbûn : gerek tu mêr be jibo ti kêmasiyê xwe diyar bike , berya ku tu ji xelkê bixawze ku li ber te xwe tazî bikin

Diyalog : diyalog bi zimanê erebî dibe tebaşor û çavê reş û çêlîka deva , ku tu ciyê E - I - U di goteya diyalog bi erebî bi guhere wê gelek wateya bide , yek ji wan mirov  xwe pê nasdike ku ew ji kur amê xweyî meymona cihêwaz bûye û nema pêwîstî qeramuşk û penca dibe jibo danûstndinê bi curê xwere bike , qaşo hiş û ziman li cem te peydabûne , gerek tu zanibe ku xweda zimanekî dirêj da te jibo ti wî bikar bîne di warê çareserkirina aloziya di neqeba te û xelkê de, ne jibo bi wî zimanê tu xûna wan balêse

Mafê mirova : bi soz ku kengî min xwe dît ez bûme mirov ezê bersevê bidme te , piştî temenekî dirêj .

Ray û raya ê dîtir : hahew her ji kenala Alcezîre bipirs

Hevgirtin : tovê xêrê ye û tovê şer re , herdû jî di pirêza siyasî a kurdî peyda nabin û kirîna wê ji derve qedexeye

Yekbûn : te go çi bavê mino , yek çi canê mino , jiber ku ev gotin gelekî tê ser ziman madê min jê xeliya , jibre ku bazirganiyê  bi wateyê wêyî  xweşik dikin ew xerakirin, serburiyek min bi tenha bi yekbûnê re heye , dema ku ez û yara xwe dibin yek ,50 î bumbe ê otonomî di dilê min de kom dibin , wata vê jî dibe ku ez xurtim û bi sawim , ev jî têra min dike jibo xelk rumetê bidine min .

PIRS:helbestvnê  nûjen xwe dispêrin afsane û wê bikar tînin jibo hunandina helbestên xwe , jibo çi helbestvnê amûdî pala xwe didin a şermola û bi ser de digrîn .

ZAGROS:bîr û baweriya tevahî dibîne ku bajarek ji girê şermola çêbûye , ev tiştekî raste ne efsane ye , lê bûyerê li ser zimanê xelkê me nifş bi nifş berê xwe da efsane û destane , babet nîşanek dîrokiye bi afirandin û şiyarbûn û berxwedan û berdewamê ve girêdayî ye , tev bobelatê ku bi ser bajar û şermola de hatine , lê herdû man , ev jî tê bi wata vîn û hêz jibo mabûna bajar , di vir de helbestvan hatin û şermola kirin efsane , çimkî bezima wê ya taybet di hay û hestê wan de heye , nemz ku goristana amûdê li tenişta şermola ye , di goristanê de gwedê zarokê ê qurbaniyê  sînema şewitî hene vê bobelatê pencemora xwe di baweriya amûdê de zindî hiştiye , jibo nîşanek din bavêje ser nîşanê şermola vê carê  kul û derd û tirajîdya têde heye , amûdê dîroka şermloa ye û şermola dîroka amûdê ye .

PIRS:tu çawa amûdê dixwîne ji hêla

ZAGROS:

tore : Pirbûnek  bêyî  ku  kes  bikiresiyaset : li  bazara  Şemê  heye , lê  ez  jê  nakirim ji  tirsa  gurîbûnê  ji  kincên  kevn

huner :   min tiştek  nedîtiye  ji  pêvî  hunera  pêkenînê  , û dîmenê  telefonê  mobayl, ûopêra  qazîmazî  .

mirov : li  ku derê  be , ew  lawirekî  bizdoke 

dînbûn : rastî di kirasê xweyî herî xweşik de ye

PIRS :  biburîne min li ser te dirêj kir ... gotina dumahî a te çiye

ZAGROS : piştî van pirsa gişa derewek di turikê min de nema ye ku ez biservekim

 

Nukarwan

Kurdî (Kurmancî)Kurdish (Sorani)

Muzîk

Obtener Plugin Flash para visualizar este reproductor

Rapirsî

Kiş jı van şêwazên helbijartine te pê başe?
کام له‌م دوو شێوازه هه‌ڵبژارتنه پێت باشه ؟
VoteResults
home