| Konê Reş |
| Nivîskar Konê Reş |
|
Berî 30 salan di rojek mîna îro de (4-12-2008) Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan li Parîsê Koça dawî kir. Bi koçkirina wî re stêrek geş û bi ronahî di asmanê welatê me de hat rijandin. Belê tevî ku ji 30 salî ve koç kiriye lê, dengvedana navê wî, hêza hunera wî, pîş û sazên wî di nav gel de hatine çandin, xweş ber dane û bi saya wî, roja îro, gelek stêrkên çirsî di asmanê Kurdistanê de dilîzin... Bi vê mebestê kêfxweş dibim wek wefadarî di vê panorama kurt de, wî bibîr bînim. Dr. Kamîran Bedirxan; neviyê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e:1802-1868, yê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi nave xwe deranîn û di mîrnişiya xwe de belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in...û biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e... Û kurê Emîn Alî Bedirxan e (1851-1926). Yê ku ji kesên pêşîn bû komeleyên kurdî li Stenbolê damezirandine, ji bo mafê gelê kurd... Mîr Kamîran di roja(21 ê tebaxa 1895)an de li Stenbolê çêbûye, xwendina xwe li Stenbolê qedandiye.. di 17 saliya xwe de beşdarî di şerê Beqanê de kiriye.. di sala 1919 an de bi birayê xwe mîr Celadet Bedrxan, Ekremê Cemîl Paş , Hac Tewfîq( Pîremerd) û Mêcer Newêl yê Înglîzî re li Kurdistanê geryane, ji bo daxwazên gelê Kurd û çareseriya kêşeya kurd, berî ku peymana Sîverê bê mohir kirin...Ji ancamên wê gerê, ev hersî bend ji bo Kurdan hatin dan; 62-63-64.. Piştî ku Mustefa Kemal di sala 1923 an de derbasî Stenbolê bûye, hingî wî fermana Bedirxaniyan û tev welatparêzên kurdan deranî.. Vêca ji neçarî Mîr Kamîran di gel birayê xwe Mîr Celadet, xwe li Almaniya girtine, bavê wan di gel birayê wan ê mezin Sûreya xwe li Misrê, bajarê Qahîre girtine... û wiha Kamîran xwendina xwe li Almaniya biriye serî... Di sala 1927 a ne de vegeryaye rojhilata navîn û di gel birayê Mîr Celadet beşdarî di avakirina komela Xoybûnê de kiriye... Di sala 1943 an de kovarek bi nave Roja Nû û rojnameyek bi nave Stêr li Beyrûtê weşandine.. Herdû jî bi kurdiya latînî bûn, di gel beşekî biçûk bi fransîzî.. Di sala 1947 an de Beyrût li paş xwe hiştiye û çûye Parîsê, wek mamoste xebat di zanîngeha Sorbûnê de kiriye, beşê zimanên rojhilatê... Buhiştî bi gelek zimanan dizanî bû, gelek pirtûkên wî li dor kêşeya gelê kurd hene... Ew di roja (4-12-1978)de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê. Bi vê helkeftinê ez vê helbesta Omerê Xeyam ku wî ji Farsî wergerandiye zimanê Kurdî diyarî canî wî dikim: Ji hatin û çûna me, kar çiye Berê hêviya jîna me, li ku ye Di çerxa jînê de, çend mirovên pak Şewitîn û ax bûn, ma dû li ku ye.. Û vê helbesta wî (Koçera Mîran!), diyarî xwendevanên zimanê kurdî dikim: Ho koçera min! Min bi maça devê xwe Maç bike. Hevîna te ji şerabê spehîtir e. Bihna te bihneke şêrîn e. Dengê navê te wek roniya rojê belav bûye, ji lewre herkes hej te, hej sura bayê te dike... Di nav kûlîlkên sor û zer de kûlîlka spehîtir tu î. Di nav jinên zirav û şîrîn û bi bejn û bal de a çelengtir tu î... Koçera min rabe û min bi maça xwe maç bike. Dilê min serxweşiya maça te mestiya bêhna te dixwaze. Berde, bila zenda min bibe kemberbestiya nêvtenga te. Dev û lêvê te kaniya ramûsanê ye, bihêle bila bêriya dilê min, bi ava wê kaniyê dîn û bêhiş bikeve! Ho koçera min..
Jêder: Rojnameya Agirî, hejmar: 103, 15ê Çileya Paşîn a 2009 an |


